Nerazîbûnên li hember êrişên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa Wetenî yên li dijî şêniyên kantona Dêra Zorê berdewam in.
Siyasetmedaran li kantona Reqayê êrişên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa Wetenî yên li dijî kantona Dêra Zorê şermezar kirin û gotin: “Ev êriş li pêşiya çareseriya navxweyî bend in.”
Hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî di 7’ê Tebaxê de li dijî Kantona Dêra Zorê dest bi êrişeke berfireh kirin.
Siyasetmedarên li Kantona Reqayê girêdayî mijarê axivîn.
Endamê rêveber ê Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya kantona Reqayê Mihemed El Ebûd armanca êrîşan bi wan gotinan anî ziman:
“Armanca êrîşan têkbirina ewlehiya herêmê ye”
“Armancê êrişên li dijî kantona Dêra Zorê, têkbirina ewlehiya herêmê, derxistina fitneyê di nava êlan de ye
Di heman demê de koçberkirina xelkê kantonê û wêrankirina mal û milkên wan e.
Divê gelê me yên li her du aliyan, dek û dolabên li dijî herêmê baş nas bikin û nedin dû fitneyê ku tenê ji dijminên gelê Sûriyê re xizmetê dike.
Divê partî, çareseriyekê ji vê aloziyê re bi rêya diyaloga navxweyî bibînin.”
Hevseroka Meclisa Reqayê ya Partiya Sûriye Pêşerojê Fatme El Elî jî got:
“Çareseriya navxweyî, her tim armanca me ye.
Rûdanên li Dêrazorê, rê li pêşiya hewldanên çareseriyê digirin û temenê aloziya Sûriyê dirêjtir dikin.”
“Armanca Rêveberiya Xweser çareseriya siyasî ye lê êrîş li pêşiya van hewldanan kelem e”
Endamê rêveber ê rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk PYD ya Reqayê Xazî El Yasîn jî wiha axivî:
“Armanca Rêveberiya Xweser çareseriya siyasî ye lê ev êriş li pêşiya van hewldanan kelem e.”
Destwerdanên herêmî nemaze piştî agahiyên li ser normalîzekirinê di navbera rejîma Tirk û rejîma Sûriyê de belav bûn, hişt hêzên hikumeta Şamê êriş QSD’ê bike.
Xuyay dewleta Tirk a dagirker di êrişên dagirkeriyê yên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser de, li şirîkekî digere.”
Eşîra Igêdat: Li hember êrişên li dijî Dêra Zorê em ê bi QSD’ê re bin



