Hêzên dijî narkotîkê bazirganên narkotîkê û çekan li Minbicê girtin.
Têkildarî mijarê navenda ragihandinê ya hêzên Asyişê daxuyaniyek da û got:
“Piştî ku ji aliyê welatiyekî ve raporek li ser gumana bazirginya narkotîkê bi rêya 3 kesan li taxa El-Serb a bajarê Minbicê pêşkêşî Hêzên dijî narkotîkê kir, tîmên lêkolînê dest bi şopandina wan her 3 kesan kirin.
Piştî bidestxistina agahiyan û delîlên pêwîst, bi ser cihê wan her 3 kesan de girtin.
Her 3 kes hatin û girtin û gelek alavên narkotîkê bi wan re hatin desteserkirin.”
Li gorî Asayîşê, piştî lêpirsînê her 3 kes li xwe mikur hatin ku bazirganiya narkotîkê û çekan jî dikin, her wiha her 3 kesan di mikurhatinên xwe de cihên ku çek lê veşartine diyar kirin.
Asayîşê diyar kir ku dewriyekê berê xwe da cihê ku çek lê hatibûn veşartin, ku ew jî bazara El-Hal bû û di lêgerînê de gelek çek hatin dîtin.
Asayîşê ragihand ku lêpirsîn bi girtiyan re bi dawî bûye û li gel tiştên ku hatibûn desteserkirin, ji bo dadweriya şareza hatin veguhestin.



