Serokê Eniya Têkoşîna Demokrasî Aram Îbrahîm Ehmed biryara her 3 partiyên Kurd şermezar kir.
Serokê Eniya Têkoşîna Demokrasî Aram Îbrahîm Ehmed da zanîn ku biryara girtina her 3 partiyan metirsîdare û li dijî azadiya fikir û ramanê ye.
Aram Îbrahîm Ehmed di dewama axaftina xwe de wiha got:
“Biryara Dadgeha Federal di encama destwerdana Tirkiyê de hatiye dayîn.
Ji ber ku Tirkiye naxwaze Iraq aram be û têde demokrasî were bicih anîn.
Divê hemû rêxistinên civaka sivîl dijî biryarên bi vî awayî rawestin, ji ber ku rê li demokrasiyê digire.”



