Rejîma dewleta Tirk aloziya siyasî û aborî a li Iraqê weke fersendekî bikar tîne.
Her di vê çarçoveyê de, Enqere bi rêya zextan tewzî li ser tewîzê ji Iraqê digre.
Herî dawî di serdana Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fuad Hisên yê PDK bo Tirkiyê de, çend peymanên din jî îmze kir.
Ev peyman jî misogerkirina dagirkeriya dewleta Tirk a ser xaka Başûrê Kurdistan û jinavbirina desketiyên gelê Kurd bû.
Çaremîn Civîna Mekanîzmaya Ewlekariya Bilind a navbera Tirkiye û Iraqê de doh li Enqereyê bi mazûvaniya Tirkiyê hat lidarxistin.
Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan pêşwazî li hempîşeyê xwe yê Iraqê Fuad Huseyîn kir.
Di şandeya herdû welatan de, wezîrên parastin û Îstixbaretê jî hebûn.
Piştî hevdîtinê Fîdan û Huseyîn civîneke çapemeniyê li dar xist.
Wezîrê Tirk anî ziman ku wan di warê leşkerî de, li gel Iraqê hinek peyman îmze kirine.
Di axaftina Fîdan de derket holê ku Iraqê di mijara dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê de, çavê xwe girtiye û bi Bexdayê re, navendên koordînasyon û perwerdeyê yên hevpar hatine pêşbînîkirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên dîplomatîk hatin girtin, Tirkiye û Iraq wê li Bexdayê Navenda Hevbeş a Koordînasyona Ewlekariyê û li Başîqa jî Navenda Hevbeş a Perwerde û Hevkariyê ava bikin.
Bi vê yekê re, dewleta Tirk hebûna barageha xwe ya li Başîqa bi hinceta şerê li hember gerîlayên Azadiya Kurdistanê wê mayînde bike.
Rejîma dewleta Tirk ya daxwazên xwe yên bi Iraqê dayî pejirandin ji rewşa heyî keyfxweş e.
Di axaftinên Fîdan de jî derket holê ku Iraqê li ser daxwaza Tirkiyê, 3 partiyên siyasî (Tevgera Azadî, PADÊ û Eniya Têkoşîna Demokrasiyê) girtin e.
Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Huseyîn ku li gorî daxwaza dewleta Tirk a dagirker peymana îmze dike jî vê yekê weke gavekî dîrokî binav dike.



