Li Xezayê pêşveçûnên siyasî yên balkêş pêk tên.
Hemas ragihand ku desteya hikûmetê ya ku salane herêmê birêve dibir fesix kiriye.
Di heman demê de, hejmara qurbaniyên şer li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê 73 hezar derbas kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, ji niha û pê ve karên sivîl û îdarî dê ji aliyê komîteyeke teknokrat a neteweyî ve bên rêvebirin.
Serokê Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmeta Hemasê, Îsmaîl El Sewapta, got;
Serokê Komîteya Awarte ya Hikûmetê Mihemed El Fera, ji wezîfeya xwe îstîfa kiriye û piştî wê komîte jî fesix bûye.
Li gorî Hemasê, komîteya nû ya rêvebirina Xezayê ji aliyê meclisa aştiyê ve hatiye avakirin.
Li Xezayê jimara kuştiyan derket 73 hezar û 98’an
Di heman demê de, Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku di êrişên Îsraîlê de di 24 saetên dawî de 5 kes jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, ji destpêka şerê ve hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 73 hezar û 98 kesan.
Her wiha 173 hezar û 571 kes jî birîndar bûne.



