Pêngava 15’ê Tebaxê li Ewropayê jî bi şahiyan tê pîrozkirin.
Kurdistaniyên ku li Fransayê û Swîsreyê dimînin, bi şahiyan pêngava 15’ê Tebaxê silav kirin.
40’emîn salvegera pêngava 15’ê Tebaxê li Ewropayê bi şahî û çalakiyan tê pîrozkirin.
Kurdistaniyên ku li Fransayê û Swîsreyê dijîn, li gelek bajaran bi şahiyan pêngava 15’ê Tebaxê silav kirin.
Şahiyên li Fransayê li bajarê Strasboûrgê, Drancyê û paytext Parîsê hatin lidarxistin.
Di şahiyan de, li ser girîngiya dîrokî ya 15’ê Tebaxê û têkoşîna şehîdan axaftin hatin kirin.
Kesên axivîn bal kişandin ser girîngiya têkoşînê û gotin:
“Divê îro her Kurdekî bi rûmet ji bo azadiya Rêbertî, ax, çand, hebûn û azadiya welat xwedî li vê têkoşînê derkeve û cihê xwe di nava refên têkoşînê de bigirin.”
Pêngava 15’ê Tebaxê li Swîsreyê jî, bi coş hate pîrozkirin.
Pîrozbahiyên li bajarê Zurich, Winterthur, Chur û Cenevreyê hatin lidarxistin.
Di pîrozbahiyan de têkoşîna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya li hermber dagirkeriyê hate silavkirin.
Her wiha êrişên dewleta Tirk a dagirker û îxaneta PDK’ê hatin şermezarkirin.



