Ukrayna ev demekî şer ber bi axa Rûsyayê ve biriye.
Bi pêşdeçûna herêma sînorî ya Kurskê re, bajareke mezin a girîng Sucayê xist bin kontrola xwe.
Her wiha li herêma Kurskê ya Rûsyayê navendeke leşkerî hat avakirin.
Li aliyê din rayedarên xwecihî yên li herêma Xarkiv a Ûkraynayê ragihandin ku di encama êrîşên bombeyî li herêma bakurê rojhilatê Rûsyayê de herî kêm 2 kes mirin û 12 kes jî birîndar bûn.
Suca navenda îdarî ya herêma sînorî ya Kurskê ya Rûsyayê ye.
Ew jî li xaçerêya boriya Diruzba ye, ku xeteke sereke ya gazê ya Rûsyayê bo Ewropayê ye.
Di operasyona ku Ukraynayê li herêma Kurskê ya Rûsyayê dabû destpêkirin de, hikûmeta Kîevê ragihand ku bajarê Sûca ya Rûsyayê hat kontrolkirin.
Suca dibe ku mezintirîn bajarê Rûsyayê be ku ji destpêka operasyona dersînor ve ketiye bin kontrola Ukraynayê.
Beriya şer nifûsa Suca tenê dora 5 hezar bû.
Ew ji her bajarok an cîhek din mezintir e ku leşkerên Ukraynayê dibêjin wan ji dema ku operasyon di 6’ê Tebaxê de dest pê kiriye ve girtine.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy anî ziman ku artêşa Ukraynayê li Suca ofîsa fermandariyê ava kiriye.
Daxuyaniya Zelenskiy nîşan dide ku Ukrayna plan dike ku di demeke dirêj de li herêma Kursk bimîne, an jî ew ji Moskowê re nîşan dide ku dibe ku niyetek wî hebe.
Zelenskiy agahiyek berfireh li ser wê yekê nedabû ku ofîs dê çi erkan bike, lê wî berê diyar kiribû ku dê alîkariyên mirovî li xelkê Sucayê bên belavkirin.
Ukrayna li herêma Kurskê navenda fermandariya leşkerî ava kir
Her wiha bi serokatiya Orgeneral Eduard Moskalev li herêma Kurskê ya Rûsyayê navendeke leşkerî hat avakirin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Ukraynayê Aleksander Sirskiy di civîna Serfermandariya Giştî de got:
“Lêgerîn û îmhakirina hêzên Rûsî li gundê Sûca yê li ser xaka herêma Kurskê bi dawî bûye.”
Li gor Sirskiy, Hêzên Çekdar ên Ukraynayê zêdetirî hezar kîlometre çargoşe ji xaka Rûsyayê xistine bin kontrola xwe, 82 bajarok xistine bin kontrola xwe û 35 kîlometre pêş de çûne.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Ukraynayê got:
“Ji bo parastina qanûn û nîzamê û dabînkirina hewcedariyên pêşîn ên xelkê li deverên kontrolkirî, ofîsek fermandariya leşkerî bi serokatiya General Moskalev hate damezrandin.”
Rûsya êrîşa hewayî li dijî Xarkîv a Ukraynayê kir
Li aliyê din rayedarên xwecihî yên li herêma Xarkiv a Ukraynayê ragihandin ku di encama êrîşên bombeyî li herêma bakurê rojhilatê Rûsyayê de herî kêm 2 kes mirin û 12 kes jî birîndar bûn.
Waliyê Herêma Xarkîvê Oleh Sînegubov di daxuyaniya xwe ya bi rêya Telegramê de diyar kir ku di êrîşê de rêxistineke sivîl hatiye armanckirin.
Serdozgeriyê bi rêya Telegramê daxuyaniyek da û diyar kir ku di encama êrîşê de agir bi depoyekê ketiye û 6 karmend birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku di êrîşê de avahiyên îdarî, dibistana zarokên biçûk û zêdeyî 20 xanî jî zirar dîtine.



