Li Herêmên Parastinê yên Medyayê salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin.
Pîrozbahiya 15’ê Tebaxê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmekê destpê kir.
Ji fermandarên gerîla Egîd Reşît li ser girîngiya pêngavê axivî, di şexsê fermandarê efsanewî Egîd Mahsûm Korkmaz) de şehîd hemû bi bîr anî û Pêngava 15’ê Tebaxê li Rêber
Apo , gerîla û gelê Kurd pîroz kir.
Egîd Reşît diyar kir ku rêya serketinê ya Pêngava 15’ê Tebaxê ji gerîla derbas dibe û got:
“Ruhê 15’ê Tebaxê ruhê tolhildanê ye. Weke gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê em ê ti carî xwîna şehîdan li erdê nehêlin.
Egîd Reşît gerîlayên ku çalakiyên fedaî kirin bi bîr anî û got:
“Em soz didin Rêber Apo, şehîdên Kurdistanê û gelê Kurd.
gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê wê azadiya Rêber Apo û Kurdistanê misoger bikin.”
Girtiyên PKK û PJAK’ê pêngava 15’ê Tebaxê li herkesî pîroz kirin



