KCK’ê: Divê aliyên Kurd ji bo yekîtiyê gavên şênber bavêjin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bang li sazî û partiyên çar aliyên kurdistanê kir ku bigihêjin hev û ji bo xebatên kongreya netewî gav biavêjin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê xebatên yekîtiya netewî de daxuyaniyek da û çalakî, xebat û meşên partî, hûnermend û rewşenbîrên Kurd di vê çarçoveyê de dimeşînin silav kir.

KCK’ê diyar kir ku di salên dawî de dagirkeriya dewleta Tirk û êrîşên ku li dijî gelê Kurd rû didin girîngiya yekîtiya netewî ji her demê zêdetir kiriye û bi vê yekê lidarxistina kongreya netewî bûye rojeveke bingehîn.

KCK di daxuyaniyê de meşa dirêj a yekîtiya netewî ku ji Lozanê heta Cenevreyê pêk hatibû weke gaveke girîng nirxand û weha got:

“Hunermend û rewşenbîrên Kurd xwedî li hesreta yekîtiya netewî û kongreya netewî derketin. Bi vê yekê yekîtiya netewî derbasî qonaxekî nû bû. Em vê helwesta rewşenbîr û hûnermenda û meşa wan a Lozane silav dikin.”

KCK diyar kir ku ev hewldan û xebatên kesayet û saziyên ji bo yekîtiya netewî û kongreya netewî dane destpêkirin li çar aliyên Kurdistanê dewam bikin, bi hêztir bibin û bi gavên şênber bi lidarxistina kongreya netewî bi encam bibin.

KCK’ê di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû beşên civakê kir ku bi awayekî çalak di xebatên yekîtiya netewî de cîh bigirin û weha dewam kir:

“Em bang li hemû partî û hêzên siyasî, hunermend, rewşenbîr û hêzên civakî yên demokratîk, rêxistinên jin û ciwanan, saziyên hiqûqî û kesayetan, saziyên bawerî û rûspiyan, rêxistinên kedê, çapemaniya azad û demokratîk û hemû dostên Kurdan, hunermend û rewşenbîr xwedî lê derketin û destekê bidin yekîtiya netewî û kongreya netewî. Em bang dikin ku di vê dema dîrokî de xebatên pêkanîna yekîtiya netewî û kongreya netewî geş bikin.”

Leave a Reply

Back to top button