Salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê li Şamê hat pîroz kirin
Li bajarê Şedadê jî Gaziyên şer salvegera bi coşe pîroz kirin.
Di pîrozbahiyan de diyarkirin ku Pêngava 15’ê Tebaxê bû vejîna gelê Kurd û gelên bindest.
Şêniyên taxa Zorava ya paytexa Sûriyê Şamê salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin.
Di pîrozbahiyê de endamê PYD’ê Hesen Mihemed anî ziman ku Pêngava 15’ê Tebaxê, di serî de Kurd, pêngava rizgarkirina gelên bindest e û got:
“Bi saya Pêngava 15’ê Tebaxê hebûn, nasname û çanda me heye.”
Hesen Mihemed jî diyar kir ku dê heta avakirina civakeke azad li ser xeta fermandar Egîd û Rêber Abdullah Ocalan bimeşin.
Li Şedadê gaziyên şer 15’ê Tebaxê pîroz kirin
Li bajarê Şedadê jî gaziyên şer ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Pêngava 15’ê Tebaxê bi coş pîroz kirin.
Li wir, nirxandinên Rêber Apo ên têkildarî 15’ê Tebaxê hat temaşekirin û guhdarkirin.
Her wiha yek ji rêveberên Federasyonê Laleş Êzidî salvegera 40. a pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir û got:
“Pêngava 15’ê ya bi perspektîfên Rêber Apo û bi pêşengiya fermandar Egîd dest pê kir, di roja me ya îro de bûye pêngavek jibo hemû gelan.”



