Xelkên Herêmê li hemberî êrîşên li ser Dêra Zorê bi hêrsin û diyar dikin ku divê hesap ji êrîşkaran were xwestin.
Her wiha xelkên Herêmê destnîşan kirin ku armanc ji êrîşên Hêzên hikûmeta Şamê û dewleta Tirk xirakirina ewlehiya herêmê ye û gotin: “Em ê heta dawiyê li pişta QSD û Rêveberiya Xweser bin.”
Bertekên li hemberî êrişên Hikûmeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî ên li ser kantona Dêra Zorê zêde dibin.
Welatiyên bajarê Şedadê derbarê êrişên komên girêdayî hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî yên li ser kantona Dêra Zorê de nêrînên xwe parve kirin.
“Divê hesab ji êrişkaran were pirsîn”
Emanî El Xelef êrişên li ser Dêra Zorê şermezar kir û diyar kir ku hedefkirina sivîlan û mal û milkên wan sûc e.
Emanî xwest ku hesab ji êrişkar û sûcdaran bêpirsîn.
Welatiyê bi vanê Ziyab Ziyab jî destnîşan kir ku armanca hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî ew e ku şêniyan neçar bikin dest ji hêzên xwe yên leşkerî û Rêveberiya Xweser berdin û got:
“Em ê heta dawiyê li pişta QSD û Rêveberiya Xweser bin.”
Eymen El Hemûd jî diyar kir ku hikumeta Şamê di vebijêrka leşkerî de bi israr e û bang kir ku divê ev êrişên ku li dijî welatiyan tê kirin weke sûc were dîtin.
“Armanca êrişên hikûmeta Şamê û dewleta Tirk têkbirina Rêveberiya Xweser e'”
Her wiha Hevseroka Meclisa Bajarê Girê Spî Fedîla Mihemed têkildarî êrişên hemwext ên komên girêdayî hikumeta Şamê û dewleta Tirk de axivî.
Fedîla Mihemed anî ziman ku armancên van êrişan armancên hevbeş in û got:
“Armanca yekemîn a dewleta Tirk û hêzên girêdayî hikumeta Şamê ji van êrişan ew e ku bi navên eşîrtî û olî fitneyan di navbera pêkhateyan de derxin û di encamê de ber bi şerekî navxweyî ve bibin.
Her wiha dixwazin hewldanên gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên pêşxistina modela Rêveberiya Xweser têk bibin.”
“Divê li dijî van êrişan tevlîbûn û rêxistinbûyînek xurt were kirin”
Fedîla Mihemed bal kişand ser berxwedana gel û şervanan ya li hemberî êrişa û ji bo têkbirina armancên komên girêdayî hikumeta Şamê û artêşa Tirk ev tişt anî ziman:
“Rêya têkbirina van armancan tevlêbûna zêde ya nava QSD û hêzên asayîşê, pêşxistina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hişyariya ji hewldanên fitneyan e.”
Eşîra Igêdat: Li hember êrişên li dijî Dêra Zorê em ê bi QSD’ê re bin



