Jinên Şengalê jî piştgiriya xwe ya ji Kampaniya ‘Na ji darvekirinê re’ ragihandin û gotin: “Em vê biryarê li hemberî tevahî jinan dibînin û dibêjin wê tû êrîş nikaribin hêz û îradeya jinê bişkîne.”
Jinên Şengalê jî piştgiriya xwe ya ji Kampaniya ‘Na ji darvekirinê re’ ragihandin.
Kampanya ‘Na ji darvekirinê re’ 12’ê Tebaxê ji aliyê Yekitiya Ragihandina Jinan (YRJ) ve li dijî birayarên darvekirinê yên li Îranê hate destpêkirin.
Piştgiriya ji bo kampanyayê her ku diçe zêde dibe.
Jinên Êzidî: Ti êriş nikarin hêz û îradeya jinê bişkîne
Divê çarçoveyê de Yekîtiya Ragihandina Jin, Yekîtiya Jinên Cciwan, Navenda Çand û Huner ya Stiya Naxşa yên Şengalê daxuyaniyek nivîskî dan û wiha gotin:
“Em biryara cezayê darvekirinê yê dewleta Îranê, li ser Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhamadî bi tûndî şermezar dikin.
Em vê biryarê li hemberî tevahî jinan dibînin û dibêjin wê tû êrîş nikaribin hêz û îradeya jin bişkîne.”
43 rêxistinên navdewletî nerazîbûn nîşanî binpêkirinên li girtîgeha Evînê dan



