Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, 139 DAIŞ’î hene.
‘139 DAIŞ’î di nava çeteyên dewleta Tirk de ne.’
Di bin nav û alên cuda de, dewleta Tirk li herêmên Sûrî yên dagirkirine, çeteyên xwe yên DAIŞ’ê diparêze.
Di serî de, li Efrîn, Serêkanî, Girê Spî û bajarên din, ev çete hatine bicihkirin.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan jî nav û belgeyên 139 çeteyên DAIŞ’ê yên li van herêman piştrast kir.
Navendê ev yek bi raporekê eşkerekir.
”139 DAIŞ’î li herêmên dagikerî tev digerin”
Di raporê de, navê gelek serçeteyên metirsîdar yên di qada herêmê û cîhanî de tên naskirin jî hene.
Yek ji wan jî serçet Ehmed Ihsan Feyad Elhayis yê bi navê Sêf Ebû Bekir tê naskir nihe.
Ev serçete niha berpirsê çeteyên Firqet Hemzat e.
Li gorî raporê çeteyê bi navê Umer Elhecî Sultan li nava DAIŞ’ê bû, niha li Girê Spî tev digere.
Her wiha navendê eşkere kir ku çeteyên biyanî jî di nava vê lîsteyê de hene.
Ebû Elwefa El Tûnisî ku himwelatiya Tûnisê ye, niha li Girê Spî dimîne.
Tê zanîn ev çete di nava istixbarata Tûnisê de kar dikir, piştire jî derbasî nava DAIŞ’ê bû.
Hêjayî bibîrxistinê ye tevî Serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir Bexdadî jî di nav de, hejmarek ji serçeteyên DAIŞ’ê Ebû Îbrahîm Qureşî û Ebû Husên Qureşî di êrîşên hevpeymaniya navdewletî û Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê de li herêmên dagirkirî hatin kuştin.
Di dema ku ev rapor ji aliyê Navendê ve hate weşandin, dewleta Tirk a dagirker çeteyên xwe ji bermahiyên DAIŞ, El-Nusra û El-Qaîde kom dike û dişîne welatên cîran.
Her wiha Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê YNK’ê eşkere kir ku zêdetirî 300 çeteyên DAIŞê li devera Berwarî Bala ya ser bi parêzgeha Dihokê ya Başûrê Kurdistanê hene.
Ya diyar di nava demên bê de jî wê ev hevkariya qirêj û piştperdeya wê hîn bêtir zelal bibe.



