Me berî niha ji we re ragihand ku Navenda Belgekirina Binpêkirinên navê 139 DAIŞ’iyên ku niha di nava çeteyên dewleta Tirk de ne eşkere kir.
Di raporê de, navê gelek serçeteyên metirsîdar yên di qada herêmê û cîhanî de tên naskirin jî hene.
Me îro jî nav û agahiyên 4 çeteyên DAIŞ’ê ji were amade kirine.
Hate eşkere kirin ku çeteyên DAIŞ’ê yên ku li ser Cîhanê xetere niha li herêmên dagikerî yên Sûiyê ne.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan bi belge navê 139 DAIŞ’yên ku li nava çeteyên dewleta Tirk de dimînin eşkere kir.
Ev DAIŞ’yên ku em behisa wan dikin niha dewleta Tirk wan li herêmên Sûrî yê dagikerine diparêze.
Li gorî rapora Navenda Belgekirina Binpêkirinan.
Çete Ebû Şihab Tiyana bi navê Ehmed Mehmûd Elebûd, sala 2014’an tevlî nava çeteyên DAIŞ’ê de bû, bêtirî salekê berpirsê emnî li Dêra Zorê bû, niha jî di nava çeteyên Elşerqiyê de ye.
Çete Ebû Sifiyan El-helsbî bi nasnav Ebdullah Mihemed El-Ewaidî Têkiliya, sala 2015’an li gundewarê Helebê tevlî DAIŞ’ê bû, sala 2016’an koçî herêma Dibsiyê kir û li wir bû Emîrê Hîsbahê niha jî li Girê Spî di nava çeteyên Elhemzat de cih digire.
Çete Ebû Mihemed El-Cezrawî bi nasnav Abdullah Mihemed El-Enzî, sala 2015’an tevlî DAIŞ’ê bû. li biyabana Şam û gundewarê Humsê şerê Rûsya û artêşa Sûriyeyê kir. Serçeteyê “Eswad el-Ednanî” di sala 2017an de çû bajarê Ezazê û tevlî koma “Ehrar el-Şerqiye” ya Tirkî bû û niha li bajarê Girê Spî yê dagierkirî berpirsekî leşkerî yê Ehrar El-Şerqiye.
Çete Qesûra El-Dayrî bi nasnav Ebdulrehman Muhammed, sala 2012’an de li Dêre Zorê tevlî çeteyê El-Nusra bû.
Li gel “El-Qaîde” di sala 2015an de çû Hemayê û li wir bû emîr, niha jî li Serê kaniyê ye.



