Gera 14’emîn a danûstandinên Astanayê di nava rewşeke aloz û şerekî dijwar de tê lidarxistin

Piştî binketina 13 geran, sibe li paytexta Kazexistanê Nûr Sultan gera 14’emîn a Astanayê di nava rewşeke aloz û şerekî giran yê li Sûriyê, tê lidarxistin.

Gera 14’emîn a danûstandinên Astanyê de wê dewletên qaşo garantor (Rûsya, Îran û Tirkiye), her wiha şandeyên dewletên çavdêr (Iraq, Urdun, Lubinan û NY) û şandayên aliyê bi navê opozisyon û rejîma Sûrî amade bibin.

Gera 14’emîn wê 2 rojan berdewam bike.

Wekî ku hat ragihandin, nûnerê NY li Sûriyê Geir Pedersen jî ji bo civînê hatiye vexwendin.

Berdevkê fermî yê Wezareta Derve ya Kazexistanê Aybîk Semed-yarov destnîşan kir ku di vê gerê de wê proseya siyasî li Sûriyê, Komîteya Destûrî û ihtîmala lidarxistina kongreyeke navdewletî ya derbarê Sûriyê de bên nîqaşkirin.

1 û 2’ê Tebaxa borî gera 13’emîn a danûstandinên Astanayê bê encam bi dawî bûbû.

Tevî ku aliyan li van civînên Astanayê li ser pêkanîna agirbestekê li Idlibê lihev kiribûn jî, agirbest di rojên xwe yên pêşî de hat binpêkirin û şer dijwartir bû.

Leave a Reply

Back to top button