Zelenskiy bi Serokwezîrê Hollandayê Dick Schoof re, serdana bajarê Zaporijya kir.
Zelenskiy derbarê êrîşên ku artêşa Ukraynayê di meha tebaxê de li dijî herêma Kurskê ya Rûsyayê dabû destpêkirin wiha got: “Operasyona Kurskê erka xwe bi cih tîne û li gor plansaziya xwe dewam dike.”
Zelenskiy bi Serokwezîrê Hollandayê Dick Schoof re, serdana bajarê Zaporijya kir.
Zelenskiy û Schoof bi destpêkirina sala nû ya xwendinê li Ukraynayê bi xwendekaran re civiyan û piştre civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistin.
Volodymyr Zelenskiy anî ziman ku Rûsyayê doh bi şev û danê sibê li herêmên Sumy, Xarkiv û Kîevê êrîşên esmanî pêk anîn.
Zelenskiy da zanîn ku ji bo pêşîgirtina li êrîşên Rûsyayê divê di xurtkirina pergalên parastina hewayî û dayîna balafirên şer ên F-16 û çekên curbecur de piştgirî ji Ukraynayê re bê domandin.
Zelenskiy: Operasyona Kurskê erkên xwe bi cih tîne
Her wiha Zelenskiy derbarê êrîşên ku artêşa Ukraynayê di meha tebaxê de li dijî herêma Kurskê ya Rûsyayê dabû destpêkirin wiha got:
“Operasyona Kurskê erka xwe bi cih tîne û li gor plansaziya xwe dewam dike.”
Zelenskiy diyar kir ku operasyona li Kurskê ji bo kêmkirina êrîşên artêşa Rûsyayê yên li ser herêma Donetsk ya Ukraynayê jî xwedî girîngiyeke mezin e û wiha got:
“Ji bo zehmetiyên li ser rêya Pokrovskî û Toretskê em difikirin ku Operasyona Kurskê jî dikare bandorê li vê bike.”
Zelenskiy da zanîn ku armanca Rûsyayê ew e ku herêmên Donetsk û Luhanskê bi temamî dagir bike û ji ber vê yekê yekîneyên xwe yên herî amadekirî yên leşkerî li wir bi cih kirine.
Zelenskiy diyar kir ku artêşa Rûsyayê di van 2 rojên dawî de ti pêşketin ber bi bajarê Pokrovskê ve nekiriye.
Zelenskiy teqez kir ku wan zêdetirî 600 leşkerên Rûsî li herêma Kurskê dîl girtine û ev yek ji bo pêvajoya pevguhertina girtiyan a di navbera Rûsya û Ukraynayê de girîng e.



