Li ser asta Bakur û Rojhelatî Sûriyê, Însiyatîfa Sûriyê ya Azadiya Rêber Apo dest bi serdana welatparêzên kevin û malbatên wan kir.
Serdan di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” tê lidarxistin.
Serdan bi armanca hevdîtina malbat û dostên ku bi Rêber Apo re hevdîtin kiribûn di salên beriya Komploya Navnetewî ya li ser Rêber Apo pêk hatibû.
Bi vê boneyê endamên insiyatîfê serdana malbatên li taxa Cûdî yên bajarê Qamişlo kirin.
Di serdana li gel malbata de , ,rewşa sîstema îşkence û qirkirina li dijî Rêber Apo hat nîqaşkirin.
Ji aliyê xwe ve jî welatparêzê bi navê Hediye Mûsa ku sala 1994’an li Lubnanê bi Rêber Apo hevdîtin pêk anîbû got:
“Em çi bikin jî em deyndarê Rêber Apo ne.
Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çi ji me were xwestin bê dudilî em ê pêk bînin.”



