Dewleta Tirk carek a dagirker carek din wargeha penaberan ya Mexmûrê bombebaran kir, vê carê dewleta Tirk baxçeyê malbatekê bombebran kir.
Beriya niha hate ragihandin ku li wargeha Mexmûrê tûpa malek teqiyaye, lê piştî şandeya Iraqê li cihê bûyerê lêkolîn da destpêkirin, derket holê teqîn di encama êrişa balafirek bê mirov de pêkhatiye.
Di derdora saet 10:00’an balafirek bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk a dagirker, baxçeyê welatiyê bi navê Serbest Tok bombebaran kiriye.
Hate zanîn ku êriş di dema Serbest di nav baxçeyê xwe de avdaniyê dikir, pêkhatiye.
Li gorî agahiyên ji bilî ziyanên madî tiştek bi kesê nehatiye.
Di dema vê êrişê de jî, şandeya Neteweyên Yekbûyî û Iraqê di nava wargehê de bûn û karê xwe yê serjimêriyê dewam dikirin.



