Xelkê Wargeha Mexmûrê bi meşekî girseyî li dijî êrişa dewleta Tirk daketin qadan û helwesta xwe nîşandan.
Meş bi durşmeya”Emê bi berxwedana xwe bersiva dost û dijminan bidin” hat li darxistin.
Girseyiya meşê li ber Saziya Malbata Şehîdan a Mexmûrê destpê kir û li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî veguherî mîtîngê.
Li wir, Hevşaredara Wargehê Fatma Bîlen axivî û êrişên dijî wargehê şermezarkir û got:
“Bîst rojin şandeyek hikûmeta Iraqê û NY mal bi mal digerin û serjimêriyê çêdikin.
Bi vê tevgerê re jî êriş û tevgera balefirên dewleta Tirka dagirker zêdetir bûne”
Fatma bang li gelê Kurd kir ku li hemberî êrişên qirêj yên dewleta Tirk bibin xwedî helwest û wiha got:
“Ew çiqas êrişan li ser me de bînin, emê bi vê helwesta xwe wan bi tûndî şermezar bikin.



