Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îdia kir ku îro gundê Snagost ji nû ve bi dest xistiye.
Li ser vê yekê Zelenskiy diyar kir ku rastî ji “propagandaya dewleta Rûsyayê” cudatir e.
Li aliyê din serok dewletê Rûsyayê Vladimir Putin biryar da ku hejmara leşkerên Rûs ên çalak 180 hezar zêde bike.
Bi vî awayî hejmara artêşa Rûs a heyî wê bigihije 2.38 milyonî.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku gundê Snagost li rojavayê herêma Kurskê ya li ser sînorê Ukraynayê ji nû ve bi dest xistiye.
Hat îdiakirin ku di dîmenên ku wezaretê weşand de pevçûnên ji bo niştecihên Rûsyayê yên ku di êrîşa Kurskê ya di 6’ê Tebaxê de ji aliyê artêşa Ukraynayê ve hatibû girtin, nîşan didin.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy anî ziman ku rewşa Kurskê bi îdiayên Kremlînê re li hev nake.
Zelensky: Rewşa Kurskê bi îdiayên kremlînê re li hev nake
Zelenskiy got:
“Em dixebitin da ku rastî li pêşiya propagandaya dewleta Rûsyayê bi ser bikeve.”
Di dawiya hefteyê de, Ukrayna bangek nû li Rojava kir ku rê bide wê ku çekên dûravêj bikar bîne ji bo lêdana armancên Rûsyayê.
Di encama hevdîtina Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokwezîrê Îngilîstanê Keir Starmer ên ku hefteya borî li Washîngtonê hatin cem hev, di polîtîkayên wan ên derbarê bikaranîna çekên dûravêj de guhertineke berçav pêk nehat.
Zelenskiy zextê li Amerîka û hevalbendên din dike ku rê bidin hêzên wî ku çekên rojavayî bikar bînin.
Vladimir Putin hejmara leşkerên xwe yên çalak 180 hezar zêde kir
Li aliyê din serok dewletê Rûsyayê ji bo pêşîgirtina li êrîşeke gengaz, roja 16’ê Îlonê Yekşemê biryarnameyek îmze kir ku hejmara hêzên leşkerî yên çalak zêde bike.
Bi vî rengî hejmara leşkerên aktîf ên li ser wezîfeyê, 180 hezar zêde bû û hejmar gihişte 1.5 milyonî.
Biryar wê di 1’ê Kanûnê de bikeve meriyetê.
Ev biryar ji dagirkeriya 24’ê Sibata 2022’yan a li Ukraynayê hatî destpêkirin û vir ve, bû biryara sêyemîn.
Hêza leşkerî ya çalak di salên 2022 û 2023’yan de 137 hezar leşker piştre jî 170 hezar leşker hatibû zêdekirin.
Bi biryara nû re cihgir jî di nav de wê artêşa Rûs ji 2.38 milyon leşkeran pêk were.



