Li Kantona Cizîrê, Firat, Reqa û Minbicê bertek li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê hatin nîşandan.
Welatiyan banga derxistina dewleta Tirk ji hemû xaka Sûriyê kirin.
Rêxistina Kongra Star a bajarê Qamişlo li dijî polîtîklayên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê daxuyaniyek da.
Hate gotin, kiryarên li hemberî gelê Kurd li Efrînê tên kirin, dûrî pîvanên mirovahiyê û zagonên mafên mirovane ne.
Komîteya Koçberên Serêkaniyê a li Hesekê jî li ser mijarê daxuyaniyek da.
Koçberan peyama berxwedan û tekoşînê dan.
Rêxistina mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê jî li ser heman mijrarê daxuyaniyek da.
Rêxistinê banga derxistina dewleta Tirk ji xaka Sûriyê kirin.
Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê jî li Kobanê ev kiryar şermezarkirin.
Rêvebeiya Xweser eşkere kir ku dewleta Tirk a dagirker van kiryaran û xewnên vegerandina dewleta Osmanî ya jinavçûyî bi heman pêkanînan didomîne.
Rêveberiyê bang li aliyê peywendîdar kir ku der barê binpêkirinên li herêmên dagirkirî bi erkên xwe rabin.
Nivîsgeha Birêxistinkirina Koçberên Şehba û Efrînê ya li kantona Minbicê jî bi heman armancê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê rêxistinên navneteweyî der barê rûdanên li gundê Kaxirê lêkolînekê bidin destpêkirin û hesab ji çete û dagirkeran bipirsin.
Kombenda Efrînê ya Civakî a li Kantona Reqayê sûcên çeteyan ên li dijî gelê Efrînê şermezar kir.
Kombendê di daxiyaniya xwe de bêdengiya rêxistinên mafên mirovan a navneteweyî şermezar kir û bang xwedîderketina li xelkên Efrînê kirin.
Li Eyn Îsayê jî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê hate şermzarkirin.
Beşdaran gotin; ev berxwedan dê bibe destpêka rizgariya ji dagirkeran.



