Li Humsê 2 leşker, li gundên başûrê Idlibê leşkerek û li nêzî sînorên Sûriye-Lubnanê jî 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.
Tenê îro 6 leşker ji ber êrişên çeteyên DAIŞ, şerê navbera hikumeta şamê-çetayn û rewşa ne aram hatine kuştin.
Li aliyê din ji bo pêkanîna aramiyê û roja baş, xelkê Siweydayê di xwepêşandanên xwe de bi israrin.
Îro li bejahiya Humisê di êrişeke çeteyên DAIŞ’ê de 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.
Çavkaniyên xwecih diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê li ser rêya giştî ya Suxne-Dêrazorê êrişî erebeyeke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê kir.
Li gorî çavkaniyan, di êrişê de 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatine kuştin.
Duh jî çeteyên DAIŞ’ê li bejahiya Tibnî ya gundewarên Dêrazorê êrişî nuqteya çekdarên Dîfa El Wetenî kiribû.
Di êrişê de 3 çekdarên Dîfa El Wetenî birîndar bûbûn.
Şerê leşkerên Şam û çeteyan: Leşkerekî Şamê hat kuştin
Her weha şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker jî dewam e.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê gundewarên Laziqiye, rojavayê Helebê û başûrê Idlibê bi dijwarî topbaran kirin.
Li gundên başûrê Idlibê leşkerekî Şamê di êrişa çeteyên “Fetih El Mubîn” de hat kuştin.
Hemwextî topbaranên hêzên hikumeta Şamê, balafirên keşfê yên Rûsyayê li ser herêmê digeriyan.
Li nêzî sînorê Sûriya-Lubnanê êriş: 3 leşkerên Şamê hatin kuştin
Ne tenê ew, li nêzî sînorên Sûriye-Lubnanê kesên nenas kemîn danî pêşiya hêzên hikumeta Şamê.
Li wir jî 3 leşker hatin kuştin.
Xelkê Siweydayê teqezî bi guhertina siyasî û bidestxistina edaletê dikin
ger dimîne erşîf hebe, hinekî vir biherikînin….
Hemwextî vê rewşê û ne-aramiyê, xelkê Siweydayê xwepêşandanên xwe didomînin.
Dîsa xelkê Siweydayê li Qada Kerame ya li bajêr kom bûn û gotin ew rewşa niha red dikin.
Rewşa li Sûriyê bû rojeva sereke ya rojnameyên Erebî
Ev rewşa xerab a li Sûriyê yek ji rojeva sereke ya rojnameyên Erebî bû.
Rojnameyan hewldanên normalîzekirinê û rewşa li başûr û herêmên dagirkirî yên Sûriyê weşandin.
Rojnameya El Exbar a Lubnanê têkildarî rewşa Sûriyê nûçeyek bi sernavê “Misir jî kete nava navbeynkariya di navbera Enqere û Şamê de” weşand.
Heman demê îşaret bi daxuyaniya serokatiya hikumeta Şamê jî hat kirin.
Rojnameyê da zanîn ku hemwextî van geşedanan, dewleta Tirk di her firsendekê de daxwaza xwe ya ji bo biserxistina normalîzekirina bi Sûriyê re eşkere dike.
‘Enqere plan dike çeteyên li dijî wê derketine ji hev bixe, destpêkê jî Cebhe El Şamiye’
Rojnameya El Watan a hikumeta Şamê jî behsa hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo jihevxistina komên çeteyan ên li herêmên dagirkirî kir.
Rojnameyê diyar kir ku dewleta Tirk ji helwesta komên çeteyan ên li dijî vekirina deriyê Ebû Zendên derketine, nerazî bû û dibe Enqere çete ji hev bixe.



