Şerê Navxweyî ya Sûdanê di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Bilez de didome.
Di demên dawî de jî di pevçûnan de bi dehan kes hatin kuştin.
Şahîdên bûyerê ragihandin ku top û roket li taxên başûr û rojhilatê bajêr ketin.
Komîteyên Berxwedanê di daxuyaniya xwe ya duh de diyar kirin ku di encama topbarana Hêzên Piştgiriya Bilez a li ser El-Feşîr a paytexta eyaleta Darfura Bakur a li rojavayê sudane bi dehan kes mirine û gelek kes jî birîndar bûne.
Aktîvîst û çavkaniyên herêmî diyar kirin ku bajar di bin topbarana dijwar de ye û mal, nexweşxane û stargehên koçberan ên li herêmên qelebalix bûne hedef.
Di daxuyaniya komîteyên berxwedanê yên li ser Facebookê de hat ragihandin ku El Feşîr duh bi zanebûn ji aliyê ‘Milîsên Cencawid’ ve bi zêdeyî 50 hawanan hatiye bombekirin û li bajêr bi dehan birîndar û kuştî hene.
Şêniyên bajêr anîn ziman ku ji saetên sibehê ve dengê topên ku ji deverên cuda yên El-Feşîr tên bihîstin.
Şahîdên bûyerê ragihandin ku top û roket li taxên başûr û rojhilatê bajêr ketin.
Li Sûdanê di topbaranê de bi dehan kes hatin kuştin
Piştî ketina baregehên artêşê li el-Cuneyne, Niyala, Zalingei û el-Dain, el-Feşîr, yekane paytexta pênc eyaletên Darfur e ku ne di bin kontrola Hêzên Piştgiriya Bilez de ye, ku ji sedî 80’ê herêmê kontrol dike.
Pevçûnên tund di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Bilez de berdewam dikin.
Di çend rojên borî de, artêşa Sûdanê û hêzên hevpeyman bi dehan êrîşên Hêzên Piştgiriya Bilez yên mezin bi armanca girtina bajêr têk birin.
Platformên medyayî yên Hêzên Piştgiriya Bilez vîdyo belav kirin ku tê de xuya dikin hêzên wê ber bi taxên niştecihbûnê ve li el-Feşîr, nêzî baregeha Firqeya Piyade ya Şeşemîn a artêşa Sûdanê pêşve diçin.
Ji dema ku pevçûn li el-Feşîr di Mijdara borî de derketin, bi sed hezaran kes neçar man ku koçî deverên ewle li bakurê parêzgehê bikin.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji Nîsana 2023’yan û vir ve şer û pevçûn di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Bilez de derketiye, zêdetirî 188 hezar kes hatine kuştin û zêdetirî 33 hezar kes jî birîndar bûne.



