NAV-BEL, CDK-F û Awûstûrya Civaka Azad bang li gel kirin ku 21’ê Îlonê beşdarî Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd a 32’yemîn bibe.
Hevserokên Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Belçîkayê , Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Fransayê (CDK-F) û Awûstûrya Civaka Azad li ser amadekariyên xwe yên ji bo festîvalê axivîn.
Torî Orak anî ziman ku wê ji bo tevlîbûna li festîvalê ji bajaran re wesayitan bişînin û got:
“Li dijî êrîşên dagirkeran û xeta xiyanetê gelê Kurd ber bi azadiyê ve dimeşe.
Dewletên dagirker û xeta xiyanetê dixwazin azadî û statuya Kurdistanê asteng bikin.”
Xanê Akdogan jî diyar kir ku ji Bakurê Fransayê ku Parîs û bajarên li derdorê di nav de ne wê tevlî Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd a Navneteweyî bibin.
Ahmet Zîrek jî da zanîn ku bi dehan wesayitan em ê tevlî festîvalê bibin û heta roja birêketinê wê ev hejmar zêde bibe.”



