Wezîrê Karên Hundir û Edaletê yê berê yê Îzlandayê Ogmundur Jonasson anî ziman ku rakirina pergala Îmraliyê ya li ser Rêber Apo wê bandorê li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê bike û got:
“Pêwîstiya cîhanê bi vê heye. Yanî dibêjim; ne tenê pêwîstiya Kurdan lê belê pêwîstiya me hemûyan bi rakirina tecrîdkirina Abdullah Ocalan heye.”
Di Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya Berlînê Wezîrê Karên Hundir û Edaletê yê berê yê Îzlandayê Ogmundur Jonasson re li ser pergela Îmraliyê axivî.
Ogmundur Jonasson: Divê rejîma Îmraliyê bê şikandin
Ogmundur Jonasson diyar kir ku Rêber Apo ji sala 1999’an û vir ve li Girava Îmraliyê di nava rewşek giran de ye û got:
“Çaryek sedsal e ev rewş dewam dike, ku ji kîjan alî ve bê nirxandin, rewşeke gelekî cidî ye.
Dema ku ji aliyê şexsî ve li mijarê binihêre, dibe êşkence.
Di mijara êşkence yan jî girtîgehan de pispor nebim jî dema mirov peymanên têkildarî dixwînin, fêhm dikin ku ev rewş li dijî peymanên mafên mirovan e.
Ev rewş li hemberî hemû Kurdan e. Hewldanek ji bo îzolekirina gelê Kurd e.
Ji ber vê yekê hewldaneke rewa ye ku mirov têkildarî rejîma Îmraliyê biaxivin û rejîma Îmraliyê divê bê şikandin.
Ogmundur Jonasson: Dixwazin serî bidin tewandin
Ogmundur Jonasson bal kişand ser rapora 2019’an a CPT û anî ziman ku di wê raporê de tê xwestin, rejîma îşkenxeya li Îmraliyê tavilê bê bidawîkirin û wiha anî ziman:
“Lê belê piştre tiştek nebû. Berê di nava heyeta Îmraliyê de bûm û tişta jê hîn bûm bi vî rengî bû: Tirkiye, NATO yan jî hevalbendên wê aştiyeke bêşert û merc naxwazin; aştiyeke bi şert dixwazin. Şertê wan jî serîtewandin e, îteata Kurdan e. Em ferz dikin, hûn ê jî îteat bikin. Pirsgirêk jî ev e.”
Ogmundur Jonasson: Ji Konseya Ewropayê jî ji bo tecrîdê tiştek nayê hêvîkirin
Jonasson bahsa heyeta Îmraliyê ji kir û wiha got:
“Herî dawî par meha Gulanê tevlî heyeta Îmraliyê bûm.
Û piştî serdana xwe ya li Tirkiyeyê me civîneke çapemeniyê lidar xist.
Ev civîn li civîna bilind a Konseya Wezîran a Reykjavik rast hat.
Yek ji endamên me Laura Castell wezîfedar bû ku vê bişopîne.
Ji Meclîsa Parlamenteran re nivîsî, li Desteya Wezîran vegeriya û jê pirsî ku wê çi bikin û tecrîdkirina Abdullah Ocalan çawa dinirxînin.
Bersiva ku jê re hate dayin jî bi vî rengî bû, ‘Em nikarin bersivê bidin we’.
Yanî encama ku min jê fêhm kir ew e ku ji rayedarên Tirk tiştek nayê hêvîkirin.
Ji Konseya Ewropayê jî tiştek nayê hêvîkirin.”
Ogmundur Jonasson: Em aştiyê ji Kurdistanê bidin destpêkirin û li cîhanê belav bikin
Jonasson wiha bi dawî kir.
“Pêwîstiya cîhanê bi vê heye. Yanî dibêjim; ne tenê pêwîstiya Kurdan lê belê pêwîstiya me hemûyan bi rakirina tecrîdkirina Abdullah Ocalan heye.”
Abîgaîl Boyd: Di saziyên navneteweyî de, perspektîfa aştiyê hatiye windakirin



