Li gorî bilançoya di teqînek nû de ku alavên pêwendiyê yên Hîzbûllahê hedef digire, li seranserî Lubnanê 20 kes hatin kuştin.
Vê êrîşê tirsa şerê topyekûn ê bi Îsraîlê re zêde kir.
Her wiha pişt teqandina bêtêlan Hizbullahê ragihand ku 4 endamên wê yên din hatine kuştin.
Li aliyê din Hizbullahê ragihand ku piştî teqîna cihaza pêwendiyê û bêtêlan li Lubnanê, yekem car êrişî Îsraîlê kir.
Lubnan dîsa bi teqînan re rû bi rû ma.
Vê carê jî cihazên bêtêlan hatin teqandin.
Wezareta Tenduristiyê ragihand ku di teqînê de 20 kes mirin û zêdeyî 450 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyan ev teqîn bi awayekî hemwext dema cenazeyên 4 endamên Hizbullahê dihat veşartin pêk hatiye.
Hat diyar kirin ku di dema merasîma cenaze de ji ber teqînan panîk çêbû, gelek kes bi lez xwe veşartibûn.
Di van teqînan de jî herî kêm 20 kes mirin
Wezareta Lubnanê, jî roja Sêşemê ragihand ku di encama teqînên hemwext ên di cîhazên ragihandinê ku Hizbûllah bikar dianî de pêk hat, 12 kes mirin û nêzî 3 hezar kes jî birîndar bûne.
Hîzbûllahê ji ber van teqînên pêk hatî Îsraîlê bi temamî berpirsyar girt û hişyarî da ku wê ‘cezayê ku heq dike bistîne.’
Hilberînerê Japon Îcom, jî îro da xuyakirin ku wan hilberîna cîhazên pêwendiyê yên bêtêl ku mijara gotinê ye “nêzî deh sal berê” rawestandine.
Hizbullah: Di êrîşên Îsraîlê de 4 endamên me hatin kuştin
Her wiha pişt teqandina bêtêlan, Hizbullahê derbarê mijarê de bi rêya hesabê xwe yê Telegramê daxuyaniyek da.
Hizbullahê ragihand ku 4 endamên wê yên din hatine kuştin.
Hizbullahê duh di daxuyaniyekê de ragihandibû, ku 12 endamên wê piştî ku cihaza pêwendiyê li Lubnanê hatine teqandin, hatine kuştin.
Hejmara endamên Hizbullahê yên ji 8’ê Cotmeha 2023’yan vir ve hatine kuştin derket 457’an.
Hizbullah: Me piştî teqînên bêtêlan li Îsraîlê xist
Li aliyê din Hizbullahê ragihand ku piştî teqîna cihaza pêwendiyê û bêtêlan li Lubnanê, yekem car êrişî Îsraîlê kir.
Hate teqezkirin ku li hember bombebarana Îsraîlê ya li ser bajarokên başûrê Lubnanê, çeperên artêşa Îsraîlê bi gelek roket û topan hatine armanckirin.
Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku li başûrê Lubnanê li hedefên Hizbullahê xistine.
Di daxuyaniya artêşê de hat diyarkirin ku balafirên şer ên Îsraîlê li başûrê Lubnanê rampayên moşekan, avahî û binesaziyê ya girêdayî Hîzbullahê kirine hedef.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji başûrê Lubnanê 25 roket avêtine gundê Kiryat Şmona û ziyanên canî çênebûne.



