Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku meha Îlonê li Amedê di êrîşên dewleta Tirk û şer de gerîla Hebûn Pîro û Botan Osyan şehîd bûn.
HPG’sersaxî ji malbatê re xwest û got:
“Em soz didin ku vê fermana hevrêyên xwe yên şehîd bi cih bînin, tola wan hilînin û armancên wan teqez bi ser bixînin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasname ya 2 şehîdan ku di encama êrîşa dijmin de ku heya dawiya mermiya xwe şer kirine şehîd bûne eşkere kir.
HPG’ê tekîldarî têkoşîn û berxwedan şehîdan ev nirxandin kir:
“Têkoşîna me ya li Bakurê Kurdistanê ku li gel bêderfetî, zor û zemetiyan ji aliyê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ve li ser xeta fedaîtiyê tê meşandin.
Hevrêyên me Hebûn û Botan jî ku di bin fermandariya hevrêya me Şehîd Axîn Mûş de mil bi mil têkoşiyan, li eyaleta Amedê bûn hevrêyên me yên leheng ku pêşengî ji vê têkoşînê re kirin.
HPG: Hevrêyên me li paytexta kurdistanê amedê têkoşîneke heybet meşandin
Hevrêyê me Hebûn li paytexta welatê me Amedê ji dayik bû, bû xwedî nasname û şoreşger.
Li heman xakê weke Gerîlayê Azadiyê yê Kurdistanê şer kir, xwe gihand asta fermandariya herêmê û di her qonaxê de têkoşiya.
Li Amedê weke fermandarê herêmê hemû berpirsyariyên xwe bêteredût bi cih anî.
HPG’ê li ser şehîd Botan jî diyar kir ku ev li hemberî hemû astengiyan sekiniye û got:
“Hevrêyê me Botan jî navê herêma ku lê ji dayik bû û bi welatparêziyê bûye sembol navê Botanê li xwe kir.
Zext, astengî û zindanên dijminê qirker li pêşberî îradeya fedaî ya Apoyî ya hevrêyê me Botan bêçare man û nekarîn wî bisekinînin.
Hevrêyê me Botan bi ruhê xwe yê azad berê xwe da çiyê, li eyaleta Amedê têkoşîna xwe bilind kir û bi fedakariya xwe bû mîna alekê.
HPG’ê sersaxî ji malbat û gelê kurdistanê re xwest û soza ku vê fermana hevrêyên xwe yên şehîd bi cih bînin, tola wan hilînin û armancên wan teqez bi ser bixînin da.
Agahiyên li ser nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnav: Hebûn Pîro
Nav paşnav: Zirav Taş
Navê Dayikê: Amîne
Navê Bav: Selam
Dem û cihê şehadetê: 15’ê Îlona 2024 / Amed
Nasnav: Botan Osyan
Nav paşnav: Fehmî Başkûrt
Navê Dayikê: Xemê
Navê Bav: Tahîr
Dem û cihê şehadetê: 15’ê Îlona 2024 / Amed



