Operasyonên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê her hene.
Di çarçoveya van operasyonan de QSD li Reqayê 2 çeteyên şaneyeke DAIŞ’ê girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da.
Li gor daxuyaniyê operasyon li gundê Tirwaziyê yê bajarokê Silûkê pêk hat.
QSD’ê eşkere kir ku di operasyonê de çete Mihemed El Ruhd û Ehmed El Ruhd yên ji gundê navbûrî hatin girtin.
Çete li xwe mukurhatin ku amûrên leşkerî û teknîk ji şaneyên din re peyda dikirin da ku êrişî hêzên leşkerî, sivîl û avahiyên xizmetguzariyê bikin.
Navenda Ragihandinê ya QSD destnîşan kir ku wê operasyonên wan li dijî şaneyên DAIŞ’ê li tevahî herêmê berdewam bin.
Her wekî 17 Îlonê jî hêzên Asayişê 2 çeteyên DAIŞ’ê, li Erîşa girtibûn.



