Hikumeta Şamê li Himsê rojnamevanekî alîgirê xwe ku di heman demê de endamekî meclisa parêzgeha Himsê ye, girt.
Saziyên ewlehiyên yên hikumeta Şamê şevê din li Himsê endamê “Meclisa Parêzgeha Himsê” rojnamevan Wehîd Yezbek girt.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê Yezbek ji ber sextekirina di encamên hilbijartinên parlamentoyê yên hikumeta Şamê de bi awayekî zindî li ser malperên medya dijîtal aşkera kir, hatiye girtin.
çavdêriyê da zanîn ku dema Yezbek tev li civîna asayî ya Meclisa Parêzgehê bûbû, hatiye girtin.
Yezbek alîgirê hikumetê ye û di heman demê de ji ber gendeliyê û paşguhkirina rewşa jiyanî ya sûriyeyiyan hikumeta Şamê rexne dike.
Li hember vê bûyerê, nerazîbûn derket derketin.



