Senetoya Emerîkayê: Pêşnûmeya pêkanîna cezayan a ji bo Tirkiyê erê kir

Komisyona derve ya Senetoya Emerîka pêşniyar biryara cezakirina tirkiyê bi piraniya dengan hat erê kirin:

Komîteya Têkiliyên Derve yê Senatoya DYE’ê, derbarê kirîna pergala S-400 a parastina hewayî ya Tirkiyê ji Rûsyayê, pêşnûmeya pêkanînê ya ji aliyê senatorên Komarparêz û Demokrat ve hatibû amadekirin xistin dengdanê.

Di hilbijartinê de pêşnûmeya pêkannînê ya li ser Tirkiyê hatî pêşbînîkirin bi 18 dengên erê û 4 dengên na, hate pejirandin.

DIBE KU VETO YA TRUMP JÎ TIRKIYÊ JI CEZAYAN XELAS NEKE

Hêza Trump heye ku qanûna ku di herdu meclisan de hatî pejirandin veto bike.

Lê ger meclis ji 3 yan 2 bi pejirêne wê demê hêza trump jî têrê nake ku biryarê veto bike.

Senetor Graham ku pêşnûme amade kiriye jî dibêje ewê pêşniyarê ji 3’yan 2 wê meclisê de bikare bide qebulkirin.

Ger ev yek pêk were, ji dîroka Trump bûyî serokê Emerîka heta niha yekem car wê biryarek veto derbas bike.

Komîteyên Xizmetgozariya Çekdarî ya Meclîsa Nûneran û Senatoya Emerîkayê duh di budceya wezareta parastinê ya 2020’an de ji ber ku Tirkiyê pergala parastina a S-400 a Rûsî kiriye daxwaza pêkanîna cezayan li ser Trkiyê kirbûn.

Leave a Reply

Back to top button