Li gundewarê Kobanê di encama lêdana birûskê de ji heman malbatê zarokekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên nûçegihana me ji Kobanê dane, beriya saetekê li bajarê Kobanê û gundewarên wê tevî peşkên baranê brûsk jî hebûn.
Nûçegihan diyar kir ku di encama lêdana birûskê li gundê Moçik ê başûrê rojavayê Kobanê de ji heman malbatê zarokekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Heman nûçegihan aşkera kir ku navê zarokê jiyana xwe ji dest daye Ehmed Riyad El Sarî (12) ye û navên her du kesên birîndar jî wiha ne; Cayir El Sarî (22) û Rîmas Hesen El Sarî (18). Ew rakirin nexweşxaneya Kobanê.



