Li Qamişloyê 201 şehîdên mehên Tebax û Îlonê bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Xelkên Şehbayê û koçberên Efrînê jî sersaxî dan malbata Şehîd Azad Efrîn.
Li herêmê merasîmên biranîna şehîdan û sersaxiya ji bo malbatên wan hebûn.
Meclîsa Malbatên Şehîdan ya bajarê Qamişlo, ji bo şehîdên meha Tebaxê û Îlonê merasîmeke bîranînê li dar xist.
Malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û leşkerî ji bo merasîmên bîranînê li goristana Şehîd Delîl Saroxan kombûn.
Li wir, endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got:
“Yên ku rastiya pirsa Kurdî dane pêş şehîd in.
Lewma divê em xwedî li soza ku me daye şehîdên xwe derkevin.”
Xerîb Hiso pergala îşkenceyê û tecrîdê ya li Îmraliyê jî bi bîranîn û diyarkir ku Rêber Apo temsîla nirxên şehîdan dike û ji bo çareseriyê tê dikoşe.
Xelkê Şehbayê sersaxî ji malbata şehîd Azad Efrîn re xwestin
Li Şehbayê jî ji bo gerîlayê HPG’ê Azad Efrîn konê sersaxiyê hate vedan.
Şehîd Azad di 7’ê Tebaxa sala 2023’an de li herêmên Parastina Mediyayê şehîd bûbû.
Şêniyên Şehbayê, koçberên Efrînê, endamên rêxistinên jin û ciwanan berê xwe dan bin konê sersaxiyê.
Beşdaran têkoşeriya şehîdan bibîrxistin û gotin:
“Bi dilsoziya şehîdan re û nirxên azadiyê em ê têkoşîn û berxedanê dewam bikin”
Piştî axafinan wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.



