Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku duh bi sedan koçber ji kampa Herşem ya li Hewlêrê, vegeriya ser cih û warên xwe.
Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê derbarê vegera kçberan de daxuyanî da.
Wezaretê di daxuyaniyê de ragihand ku duh ji kampa Herşem ya li Hewlêrê,
599 koçber vegeriyan ser cih û warên xwe yên li herêmên Beac, Musil, Şengal, Hemraniye, Tircle, Beşîqe yên li Nînova û bajarokê Beled ya Selahedînê.
Her wiha di daxuyaniyê de hate diayar kirin ku alîkariya aborî bi ser koçberên vegeriyane hate belavkirin.



