Xelkên kantona Cizîrê pergala îşekence û qirkirinê ya li dijî Rêber Apo wek sûcekî dermirovî bi nav kirin û gotin
“Emê li hemberî pergala qirkirinê têbikoşin.”
Bi hezaran şêniyên bajar û bajarokên kantona Cizîrê bi meşeke girseyê ku li bajarê Çilaxa li dar xistibû, pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Apo şermezar kirin.
Welatiyên ku beşdarî meşê bûbûn, nêrînên xwe derbarê vê yekê de parve kirin.
“Emê bangên ji bo azadiya Rêber Apo bidomînin”
Welatiyê bi navê Feysel Hesen ê ji Çilaxayê diyar kir ku ew ê li dijî pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Apo têbikoşin û got:
“Rêbertî ji bo azadî û rûmeta me li hemberî hemû cureyên zilm û îşkenceya li girtîgeha Îmraliyê tê dikoşe.
Em ê jî ranewestin. Em ê bangên ji bo azadiya Rêbertiya xwe bidomînin.”
Feysel Hesen anî ziman ku ew ramanên Rêber Apo wek bingeha têkoşînê esas digirin û wiha dawî li axaftina xwe anî:
“Em di ramanên Rêbertî de hêvî û îradeya fêmkirina jiyana azad a bi rûmet dibînin.”
“Bêyî Rêber Apo me riya aramiyê nedizanî”
Weletiyê bi navê Idrîs Ehmed jî da zanîn ku wan ji bo şermezarkirina kiryarên neadilane yên li dijî pîvanên navneteweyî û rêgezên mafên mirovan ên li dijî Rêber Apo ev meş li dar xistine û wiha pê de çû:
“Rêbertî nûnertiya îradeya me dike, divê em ji bo azadiya wî her kêlî tê bikoşin.
Bêyî Rêbertî me rêya aramiyê nedizanî, bêyî wî dê çarenûsa me ne zelal be û em dê li ser dikên kirîn û firotinê yên hêzên hegemonîk bûna.”
“Têkoşîna me li beramberî keda ku rêbertî ji bo me kiriye kêm e”
Welatiya bi navê Rewa Cilûd jî anî ziman ku “Projeya rêberê neteweya demokratîk nebûya wekî gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê me aramî û ewlehî nedidît û wiha bi lêv kir:
“Têkoşîna me ya li beramberî keda ku Rêbertî ji bo me kiriye kêm e.
Divê em ji bo azadiya wî ya fîzîkî berxwedan û têkoşînê geştir bikin.”
Rewa bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî kir ku li hemberî pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê ji bêdengiya xwe derkevin û hesab ji desthilata Tirk bipirsin.
Xelkê Tebqayê pergala îşkence û qirkirinê li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir



