Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya kantona Minbicê aşekî nû ava dike.
Rêveberiya Aşan a girêdayî Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya kantona Minbicê dest bi avakirina aşekî kiriye.
Aş dê rojane 25 ton ard çêke û li firinên kantonê belav bike.
Hevserokê Rêveberiya Aşan Cemîl Zerîq diyar kir ku aş dê rojane du şîftan were xebitandin da ku pêdiviyên rojane yên kantona bi cih bîne.
Zerîq anî ziman ku alavên aş nû ne ku dê berhemeke gelekî baş bide û got :
“Em hîna di qonaxa avakirinê de ne. Aş ji 20 seriyên hûrkirinê pêk tê.
Me beşeke alav ji derveyî herêmê anîne, em hewl didin di demeke nêz de bînin.
Alavên me anîne nû ne, li gorî pîvanên cîhanî ne.
Ji ber vê yekê dê ardekî bi kalîteyeke baş çêke û dê li tevahî firinan were belavkirin. “



