32’emîn festîvala çanda kurd ya navneteweyî li firankfurtê destpêkir.
festîvala çanda kurd a navnetewî yek ji mezintirîn çalakiya çandî ya Kurdên li Ewropayê ye.
Festîvala îsal jî di bin durişma “Em ê pergala êşkencê û dagirkeriyê bişkînin, Rêber Apo azad bikin” bi çoşeke mezin hate organîzekirin.
Bi hezaran Kurdistaniyên li Ewropayê di 32’emîn Festîvala Çand û Hunera Kurd ya Navneteweyî de hatin ba hev.
Festîvala îsal di bin durişma “Em ê pergala êşkencê û dagirkeriyê bişkînin, Rêber Apo azad bikin” bi çoşeke mezin li parka Robstockê yê Frankfurtê hate organîzekirin.
Ne tenê kurdistanî, gelek dostên kurdan û saziyên çandî yên Ewropa jî tevlî festîvalê bûn.
Sirûda neteweyî ‘Ey Raqîp’ û rêzgirtinê biherikînin.
Bi destpêkirina bernameyê re Hevserokên KCDK-E Zubeyde Zumrut û Engîn Sever axivîn û gel silav kirin.
Hevserokên KCDK-E bal kişandin li ser pêvajoya komploya navneteweyî, pergala êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê û pêngavên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.
Festîval li dijî zext û polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk ên li dijî çanda Kurd, bûye sembola berxwedanê.
Bi stran û Komên govendê, hunermend û Kurdistaniyan govend gerandin.
Li gel çalakiyên çandî, nivîskarên Kurd li pêşangehên pirtûkan bi xwîneran re hatin cem hev.
Bernameya festîvalê bi axaftin, peyam û stranên komên hunermendan dewam dike.
“Ji bo azadiya Rêber Apo û rûmeta xwe tevlî festîvalê bibin”



