Îro 10 emîn kongreya PYD’ di roja xwe ya duyemîn dewam kir.
Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso bûn hevserokên PYD’ê.
Bernameya siyasî û rêziknameya partiyê jî ji nû ve hatin sazkirin.
Kongreya 10’emîn a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma “Bi hev re ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, avakirina Sûriyeke demokratîk.” hat lidarxistin.
Kongre îro bi nîqaşkirina rewşa siyasî û rêxistinî û jinûve sazkirina rêziknameyê dewam kir.
Bernameya siyasî û rêziknameya partiyê ji nû ve hatin sazkirin.
Li şûna Salih Muslim û Asya Abdullah, Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso bûn hevserokên PYD’ê.
Her wiha PYDʹê hejmara endamên Meclisa Giştî ji 145 endaman daxist 90 endaman.
Ev guhartin bi tevahî jî ji aliyê beşdaran ve hatin erêkirin.



