Şîrketa Sûriye ya Balafiriyê ya girêdayî Hikûmeta Şamê nirxên bilîtên balafirên di navbera Qamişlo û Şamê de ji sedî 80’ê zêde kir.
Bêyî ku zehemtiyên welatiyan di ber çavan re bê derbas kirin, ev biriyar hate girtin.
Bi vê biryarê re nirxê bilîtan ku 914 hezar lîre bû, niha jî bû mîlyonek û 500 hezar lîreyên Sûrî.
Şerîketê ragihandibû ku wê karê rêya çûn û hatinê di navbera Qamişlo û Şamê de tênê rojek be.
Li gorî biryarê wê tenê roja Îniyê balfirê bifirin.
Rojnameya El Weten jî destnîşankir ku piştî zêdekirina nirxê bilîtê şerîketê mûçeyên karmendên xwe ji sedî 100 zêde kir.
Li gorî agahiyan hikumeta Şamê saktorên dewletê radestî kesayet û şîrketên taybet ên nêzî daîreyên hikumetê dike.
Ev yek jî welatiyan dixe nava zehmetiyan.



