Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) têkildarî biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya têkildarî Rêber Apo daxuyaniyek da.
KJK’ê got ku biryara konseya wezîran ne têrker e û divê bi lez bikeve nava hewldanan!
Divê li êşkenceyê temaşe neke, lê asteng bike.
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) têkildarî biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya têkildarî Rêber Apo daxuyaniyek da.
Kordînasyona KJK’ê di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman:
Hewl didin rêber APO ji cîhanê û gel îzole bikin.
KJK: Di kesayeta Rêber Apo de gelê Kurd bê maf dikin
Sîstema Îmraliyê êrîşa li dijî îradeya gelê Kurd e ku ji bo hebûn û azadiya xwe li ber xwe dide.
Şerekî qirkirinê ye. Êrîşek ji bo tinekirinê ye, çikandina kokê ye. Hebûna vê sîstemê her roj weke êrîşek li dijî jin, ciwan, çand, ziman, bawerî, rêbaza jiyanê, hebûn û azadiya Kurdan di pratîkê de ye.
KJK: Biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ne têrker e
KJK’ê diyar kir ku diviya bû encama ku ji nîqaşên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dihate hêvîkirin, heqîqetê ji xwe re bike esas û sîstema êşkenceyê ya dewleta Tirk bi rengekî rast pênase bike û wiha dewam kir:
Em biryara ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wergirtiye têrker nabînin.
Em ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dixwazin û hêvî dikin ku di mijara êşkenceya li ser Rêberê me de bi xurtî hişyariyê bide dewleta Tirk û ji bo rawestandina êşkenceyê gavên pratîkî biavêje.
Divê polîtîkaya xwe biguherîne ku nobedariya sîstema Îmraliyê ji dewleta Tirk re dihêle û şert û mercên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bêne afirandin.
KJK’ê banga bilinkirina asta tekoşînê li gelê Kurd û dostên wan kir
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Kurdistanê û dostên wan, saziyên azadîparêz û demokratîk, rêxistinên sosyalîst şoreşger ên li Kurdistanê û tevahiya cîhanê kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî asta tekoşînê û kampanyayan bilind bikin.
Abîgaîl Boyd: Di saziyên navneteweyî de, perspektîfa aştiyê hatiye windakirin



