Rageşî û tundiya di navbera Îsraîl û Hizbullahê de zêde dibe.
Yekîtiya Ewropayê metirsiya xwe anî ziman û banga agirbestek lezgîn kir.
Wezîrê Karê Derve yê Brîtanya David Lammy jî diyar kir ku çareseriyek bi danûstandinê hewce ye û got: “Rewş dibe ku bi lez xirab bibe.”
Hizbullahê sibeha Yekşemê zêdetirî 100 rokêt avêtin bakurê Îsraîlê, di heman demê de Tel Avîvê bersiv da û bi sedan êrîş bir ser Libnanê.
Digel ku xuya dike ku êrîşên tund li Rojhilata Navîn nêzî şerekî topyekûn dibe, kesayetên pêşeng ên Yekîtiya Ewropayê jî fikarên xwe tînin ziman.
Dîplomatê payebilind ê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell banga agirbestê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de kir.
Josep Borell: Sivîlên her du aliyan bedelên mezin didin
Borrell di daxuyaniya xwe ya ku li ser X’ê hat weşandin de wiha got:
“Sivîlên her du aliyan bedelên mezin didin.
Pêdiviya lezgîn bi agirbestê heye.”
Borell: YE ji tundiya di navbera Tel Avîv û Hizbullahê de metîrsîdar e
Dîplomatê payebilind ê Yekîtiya Ewropayê diyar kir ku agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê ya li ser Xeta Şîn a ku Lubnan ji Îsraîlê û Şerîda Xezayê vediqetîne, wê li Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî were gotûbêjkirin.
Tê plankirin ku civîn di navbera 22-23’ê Îlonê de li New Yorkê ya Amerîkayê bê lidarxistin.
Ji YE banga agirbestek bi lez bo Îsraîl û Hizbullahê
Cîgira sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Karûbarên Siyasî û Aştiyê Rosemary DiCarlo herî dawî ji balyozên Encumena Ewlekariyê re destnîşan kir ku nakokiyên li ser Xeta Şîn metirsiyek cidî ye.
Wezîrê Karê Derve yê Brîtanya David Lammy jî banga agirbestek bilez di navbera Îsraîl û Hizbullahê de kir.
Lammy: Rewş dibe ku bi lez xerab bibe
Lammy diyar kir ku “çareseriyek bi danûstandinê hewce ye” ji bo ji nû ve sazkirina îstiqrar û ewlehiyê li Xeta Şîn û got:
“Rewş dibe ku bi lez xirab bibe.”
Ji aliyê din ve, hikûmeta Amerîkayê bi rêyên dîplomatîk hewlên xwe yên ji bo bidawîkirina aloziya di navbera Tel Aviv û Beyrûtê de didomîne.
Qesra Spî: Em bawer dikin çareseriyek dîplomatîk li vir heye
Berdevkê ewlekariya neteweyî ya rêveberiya Biden da zanîn ku Washington li herêmê “di nav dîplomasiyek berfireh û pir bi îddia” de ye û got:
“Em hîn jî bawer dikin ku dibe ku dem û cîh ji bo çareseriyek dîplomatîk li vir hebe.”
Çîn bang ji hemwelatiyên xwe kir
Her wiha Çînê bang li welatiyên xwe yên li Îsraîlê kir ku ji bo ewlehiya xwe di zûtirîn dem de Îsraîlê terk bikin.
Çîn: Bi zûtirîn dem ji Îsraîlê derkevin
Di daxuyaniya Balyozxaneya Çînê ya li Tel Avîvê de wiha hat ragihandin:
“Pevçûnên leşkerî yên li ser sînorê Îsraîl û Lubnanê zêde bûne û ji ber vê yekê rewşa ewlehiyê ya li welêt “giran, tevlihev û nayê texmînkirin.”



