Wezareta parastinê ya Amerîkayê ragihand ku wê hejmareke hêzên xwe yên din sewqî Rojhilata Navîn bike.
Li hember şerê tund yê di navbera Îsraîl û Hizbullah de DYA’yê raghand ku wê hêzên xwe sewqî Rojhilata Navîn bike.
Wezaretê diyar kir ku ew bi Îsraîl û dewletên din re ne, ji bo pêşî li firehbûna şer bigirin.
Lewma divê xebatên ji bo çareseriyên dîplomasî werin dewamkirin.
Wezaretê destnîşan kir ku tevî îhtîmala şerê heyî firehtir bibe, lê heta niha negihîştine tu xaleke lihevkirinê.



