Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja 432’an de bi koma 85’an, di roja 432’an de bi biryardariyek xurt didome.
Li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin merasîma dewirgirtinê destpê kir.
Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 84’an Axîn Nerexî daxuyanî da û got:
“Wek gelê wargehê ku bi fikir û ramanên Rêber Apo jiyan dikin, di pêngava azadiya Rêber Apo de rol û mîsyona herî mezin dikeve li ser milê me.
Heta tecrîda li ser Rêber Apo neyê şikandin, pirsgirêka gelê Kurd jî neyê çareserkirin, çi erk û berpirsyartî dikeve ser milê me, em ê pêk bînin.
Em bang li jin, ciwanan û giştî mirovên azadîxwaz dikin ku dengê xwe bilind bikin û ji tecrîdê re bêjin bese êdî dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”
Piştî daxuyaniyê koma 85’an bi dirûşmeyan çalakiyê dewir girtin.”
Xelkê Mexmûrê: Divê bi lezgînî rewşa Rêber Apo were zelalkirin



