Roja destpêkirina propagandaya hilbijartinên Parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê diyar bû.
Li gor wê sibe bi awayek fermî propagandaya hilbijartinên destpê dike.
Meclisa Komîseran a Komisyona Hilbijartinên Iraqê li ser hilbijartinên Parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê civiya.
Piştî civînê Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Hakim Umer Ehmed daxuyaniyek çapemeniyê da.
Hakim Umer diyar kir ku sibê bi awayek fermî propagandaya hilbijartinên Parlamentoya Herêma Başûr destpê dike.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku çav li rêye hilbijartina parlementoya Herêma Başûr roja 20’ê Cotmeha 2024’an were lidarxistin.
Wê hilbijartina vê carê ya parlementoya Herêma Başûrê Kurdistanê ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ve bê birêvebirin.
Ji ber derketina aloziyê Hilbijartina Serokê nû yê Parlamentoyê hat paşxistin



