QSD’ê nasnameya 3’şervanên şehîd ku li Dêrazorê şehîd bûne bi raya giştî re parve kir.
QSD’ê soza domandin têkoşînê û tolhildana şehîdan nû kir.
QSD’ê nasnameya 3’şervanên xwe ku li Dêrazorê şehîd bûne eşkerekir.
Têkildarî mijarê navenda ragihandina giştî ya hêzên Sûriya demokrat daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Hêzên me li dijî her cure terorê ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû dide, li berxwe didin.
Di bin her şert û mercî de jî ewlekarî û ewlehiya gel diparêzin û têkoşîneke bênavber dimeşînin.
Lewma 3 şervanên me di dema pêkanîn êrkên xwe li Dêrazorê şehîd bûn.”
QSD’ê li ser têkoşîna şehîdan wiha got:
“Hevriyên me di şer û parastina herêmê de xwedî cesaret û lehengiyeke mezin bûn û bi vê lehengiyê şehîd bûn.
QSD’ê sersaxî ji tevahî malbatên şehîdan re xwest û got:
berdêl çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bi serketinê tacîdar bikin û ewlehiya herêmên xwe biparêzin.”
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:
Navê tevgerî: Elî El igêdî
Nav û paşnav: Enwer Beşar El Ilêwî
Navê dayikê: Ruqeya El Turkî
Navê bav: Beşar
Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêra zorê-Qoriyê /2005
Cih û dîroka şehadetê: Dêra zorê-Şenan-07.08.2024ˊan
Navê tevgerî: Hecî
Nav û paşnav: Ziyad Hesan EL Ibrahîm
Navê dayikê: Nehla El Elî
Navê bav: Hesan
Cih û dîroka jidayikbûnê: Hesekê-2005
Cih û dîroka şehadetê: Dêra zorê-Hewayic Zîban-Bi dîroka 23.09.2024ˊan
Navê tevgerî: Qortay Hesekê
Nav û paşnav: Ebûd Mehmûd El Hemada
Navê dayikê: Cemîla
Navê bav: Hesan
Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêra zorê-Erîşa-2000
Cih û dîroka şehadetê: Dêra zorê-Hewayic Zîban-Bi dîroka 23.09.2024ˊan






