Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk bi hevkariya Rêxistina Reqayê ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (P.D.K.S.) komxebatek lidar xist.
Di komxebatê de li ser destûrên ku hikûmeta Sûriyê kar li ser dike gotûbêj kirin.
Her wiha tekezî li ser giringiya guhertina destûra Sûriyê ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê kirin.
Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk bi hevkariya Rêxistina Reqayê ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (P.D.K.S.) komxebatek li dar xist.
Komxebat bi durişma “Sîstema Siyasî li Sûriyê: Lêkolînek Lihevhatina Di navbera salên 1950-2012″ hat organîzekirin.
Di çarçoveya nîqaşên di komxebatê de li ser têgehên destûran û pêşxistina wan, her wiha nîqaşên tevahî destûrên li Sûriyeyê û hevrûkirina wan de tê aşkerakirin ku tevahî destûran pirsgirêkên hundirîn çareser nekirin.”
Her wiha Dadgeha Ewlehiya Bilind a Dewletê hat betal kirin û destûr da xwepêşandanên aştiyane werin lidarxistin.
Di destûra nû de piranî madeyên destûra 1973ʹyan hatin parastin.
Azad Berazî: Ji bo parastina mafê gelê Sûriyayê pêdivî bi guhartina destûr heye
Endamê Komîteya Navendî ya P.D.K.Sʹê Azad Berazî jî, li ser destûrên Sûriyeyê yên ji 1950’î heta 2012’an ve axivî û got:
“Ji 1973ʹyan ve destûra ku Sûriyeyê li ser dimeşî heman destûra ku di eynî salê de derketiye bû û heta destpêka 2011ʹan ma.
Ji ber tevgera li Sûriyeyê bang hat kirin ku madeya 8’an, rewşa awarte û qanûnên awarte werin betalkirin.
Xebat li ser destûra 1973ʹyan hat taloqkirin û destûreke nû hat amadekirin.”
Berazî diyar kir ku di encama pirsgirêkên li ser hev kom bûne di 2011’an de, di nava gel de xetimandin çêbû û xwepêşandan li tevahî Sûriyeyê hat lidarxistin.
Di dawiyê de beşdaran gotin ku divê destûra Sûriyê bê guhertin û mafên gelê Sûriyê di wê de bi temamî bên parastin û bi hemû awayî beşdariyê di danîna destûra nû de bikin.



