Li Başûrê Kurdistanê propagandaya hilbijartina parlementoya dest pê kir.
Propaganda wê 20 rojan dewam bike, roja dengdayînê jî wê 20’ê Cotmehê were lidarxistin.
Serokê YNK’ê Bafil Talabanî têkîlarî hilbijartinê peyamek parve kir û got: “Partiya ku herêma Başûrê Kurdistanê firotiye dijmin, divê hesab bide.”
Propagandaya hilbijartina parlementoya Başûrê Kurdistanê dest pê kir.
Hilbijartina ku gelek caran hatiye taloqkirin bi biryara Komisyona Hilbijartinê ya Iraqê wê di 20’ê cotmeha 2024’an were lidarxistin.
Propagandaya hilbijartinê îro dest pê kir û wê 20 rojan dewam bike
Propagandaya xebatên hilbijartinê jî îro dest pê kirin.
Li gorî biryara komîsyonê wê propagandaya hilbijartinê 20 rojan dewam bike.
Talabanî: Xaka Kurdistanê firotin dijmin divê hesab bidin
Bi wesîleya destpêkirina propagandaya hilbijartinê Serokê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Talabanî peyamek weşand.
Bafil Celal Talabanî bêyî ku nav bide bal kişand ser PDK’ê û ev tişt got:
“Herêma Kurdistanê demeke dirêj e ji aliyê yek partiyê ve tê birêvebirin û vê partiyê jî herêm firotiye dijminên gelê Kurd.
Divê welatiyên me aramiyê hîs bikin, ne weke niha diron li ser asîman bifirin û rojane welatî bikujin û kes jî hemberî vê dengê xwe dernexe.”
Hezar û 191 namzet wê beşdarî hilbijartina parlementoyê bibin
Hêjayî gotinêye ku Komîsyona hilbijartinê 136 lîsteyên hilbijartinê pejirandin.
Li gorî wê hezar û 191 namzet wê têkevin hilbijartinê û ji van 368’ê wan namzetên jin in.
Meclisa Başûrê Kurdistanê bi giştî ji 95 parlamenteran pêk tê.
Ji van 90 parlamenterên hilbijartîne ji sedî 5 jî ji parlamenterên kotayê ne.
2 mîlyon 893 hilbijêr wê dengê xwe bikar bînin
Tê payîn ku di vê hilbijartinê de 2 mîlyon 893 hilbijêr dengê xwe bikar bînin.
Li gorî agahiyên dawî 180 hezar kes qertên dijîtal ên bikaranîna dengan negirtine.
Hilbijartinên parlamentoyê wê ji hêla Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ve were bi rêvebirin.
Ji ber derketina aloziyê Hilbijartina Serokê nû yê Parlamentoyê hat paşxistin



