Li Amedê di operasyona qirkirina siyasî ya li dijî saziyên zimanê Kurdî de hêjimara kesên binçavkirî gihaşt 29 kesan.
Di operasyona qirkirina siyasî ya li dijî sazî û rêxistinên kurdî de hêjimara kesên binçavkirî gihaşt 29 kesan.
Polîsên dewleta Tirk doh li Amedê bi ser avahiyên Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê û Koperatîfa Perwerdehiya Pirtûk, Ziman û Çandê ya Bayez a Ankayê û gelek malan girtin.
Hat ragihandin piştî lêgerîna 4 saetan polîsan 409 pirtûk û 144 kovar desteserkirin.
Her wiha di serdegirtinan hejmara binçavkirinên yên 23 kes bûn, derket 29’an.
Polîsên dewleta Tirk bi ser avahiya MED-DER û Payîz Pirtûkê de girtin



