Şêniyên kantona Cizîrê hevkariya PDK’ê ya bi artêşa Tirk a dagirker re şermezar kirin û destnîşan kirin ku ew ê li hemberî wê bisekinin û gotin:
“Hevkariya PDK’ê bi faşîzma Tirk re vedigere sala 1991’an.
PDK’ê bi van kiryaran xwe, welatê xwe û gelê xwe firot dijmin.
Em bang li gelê Kurd dikin ku li hemberî xiyanetê helwesteke cidî nîşan bidin û asta têkoşînê bilind bikin.”
Li hemberî siyasetên PDK’ê û hevkariya wê bi artêşa Tirk a dagirker re, bertekên şermezarkirinê yên welatiyan didomin.
Welatiyên kantona Cizîrê ev hevkarî şermezar kirin û destnîşan kirin ku ew ê li hemberî wê bisekinin.
Ednan Kalo yê ji bajarê Dirbêsiyê diyar kir ku êrîşên Tirkiyê ne tenê li ser aliyekî, li ser her çar aliyên Kurdistanê ye û got:
“Armanc ji êrişan tunekirina çand û dîroka gelê Kurd e.
Hevkariya PDK’ê bi faşîzma Tirk re vedigere sala 1991’an.
Di salên dawîn de hevkariya wan eşkere bû.”
“Kiryarên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kir niha Tirkiyê li Başûr jî dike”
Kalo bang li gelê Kurd kir ku li hemberî xiyanetê helwesteke cidî nîşan bidin û asta têkoşîn û berxwedanê li hemberî dijminên Kurdistanê bilind bikin û got:
“Dagirkerî li Başûr gundan û sermiyanên sivîlên Kurd talan û wêran dike, tam wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî.”
“PDK’ê bi van kiryaran xwe, welatê xwe û gelê xwe firot dijmin”
Cîhan Ehmed a ji bajarê Amûdê jî anî ziman ku her çi qas Tirkiye bi çek û teknîkên modern, balafir û çekên kîmyewî yên qedexekirî êriş bike, dîsa jî ew nikare tevgera azadiya Kurdistanê têk bibe û got:
“Hevkariya PDK’ê ya di aliyê îstixbaratî de bi dagirkeriya Tirk re xiyaneteke mezin e.
PDK’ê bi van kiryaran xwe, welatê xwe û gelê xwe firot dijmin.”
“Gerîla mafên tevahiya gelên Rojhilata Navîn diparêze”
Remedan Fetah ê ji bajarê Hesekê jî destnîşan kir ku Gerîla mafên tevahiya gelên Rojhilata Navîn diparêze û ev yek anî ziman:
“Dewleta Tirk a dagirker hewl dide xewnên xwe yên împeratoriya Osmanî vejîne.
Ên ku li hemberî vê planê disekinin gerîla ne.
Wan hemû projeyên dagirkeriyê û teknîkên pêşketî, têk birin.
Eger dewleta Tirk a dagirker planên xwe pêk bîne tiştek bi navê Başûrê Kurdistanê namîne.”



