Serokwezîrê Iraqê Sudanî tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ser Iraqê jî bi şefê faşîst Recep Tayyîp Erdogan re civiya.
Di civînê de dîsa peymana di navbera Iraq û Tirkiyê de rojeva sereke bû.
Li Newyorkê Civînên 79. ên Komîsyona Giştî ya Neteweyên Yekbûyî pêkhatin.
Li Newyorkê şefê faşîst Recep Tayyîp Erdogan û serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiyan.
Ofîsa Ragihandinê ya serokwezîrê Iraqê, derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê her du aliyan behsa projeya rêya Geşepêdanê hatiye kirin.
Her wiha peymana di navbera Iraq û Tirkiyê de hatiye gotubêjkirin.
Li gorî daxuyaniyê di civîna her du aliyan de êrişên Îsraîl yên li ser Xeze û Lubnanê jî rojevek din bûn.
Hêjayî gotinê ye dewleta Tirk a dagirker rojane xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê bombebaran dike, lê deng ji rayedarên Iraq û hikumetê dernakeve.
Piştî peymana di navbera Iraq û Tirkiyê de êdî dewleta Tirk bi eşkere dagirkeriya xwe berfireh kiriye û komkujiyan pêk tîne.



