Şêwirmenda taybet a serokê hikûmeta Şamê Bûseyna Şaaban got ku divê Tirkiyê li bakurê Sûriyê Tirk-kirinê ferz dike.
Şêwirmenda Esed Bûseyna Şaaban li Umanê semînerek pêşkêş kir.
Şaaban di semînerê de bal kişand ser hebûna Tirkiyê li bakurê Kurdistanê û got:
Tirkiyê beşeke axa Sûriyê dagir kiriye.
Ew li bakur rojavayê Sûriyê Tirk-kirinê li ser welatiyên Sûrî ferz dikin.
Şêwirmenda Esed: Vegera têkiliyên Tirkî-Sûrî tenê gotinên ragihandinê ne
Şêwirmenda Esed got ku Erdogan mijara normalîzekirina têkiliyan bi hikûmeta Sûrî tenê di warê ragihandinê de tîne ser ziman da ku di hundirê Tirkiyê de hinek tiştan bi dest bixe û wiha dewam kir:
Tirkiyê dagirkerî ye, dixwaze kurdan li Sûriyê tune bike û bi ser de jî pê re hevaltiyê bikin.
Tiştekî wiha naçe serî.
Berî ku diyalogên asayîkirina têkiliyan dest pê bikin, divê Tirkiyê ji bakurê Sûriyê derkeve.



